Endamekî Congres`ê ji Şamê: Em li benda berfirehkirina peymanên Îbrahîmî ne

Endamê Komîteya Karûbarên Derve ya Congresa Amerîkayê banga berfirehkirina peymana aştiyê ya Îbrahîm kir û got ku asayîkirina têkiliyan beşeke girîng e ji bo Trump.

Endamekî Congres`ê ji Şamê: Em li benda berfirehkirina peymanên Îbrahîmî ne
18 nîsan, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Congresa Amerîkayê di serdaneke fermî de gihîşt Şamê, ev serdan ji gelek salan ve ya yekemîn e. Şande ji parlamenter Cory Mills, endamê Komîteya Karûbarên derve, parlamenter Marlin Stutzman û herdu endamên Komîteya Xizmetên Darayî û ya Budceyê yên Congress pêk hat.

Mills ji tora Sky News Erebî re got ku armanca civîna wan bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re ew e ku pêdiviyên gelê Sûriyeyê baştir nas bikin.

Mills diyar kir ku ew li pêşketina aborî û bazirganî jî dinêrin û li ser rêbazên naskirina pirsgirêkên sereke wekî ya şervanên biyanî nîqaş bikin û van pirsgirêkan ji hevkarên xwe re û ji aliyên din ên herêmê re veguhêzin.

Mills destnîşan kir ku aramiya herêmê ji bo serokê Amerîkayê mijareke girîng e û got: "Berfirehkirina peymana aştiyê ya Îbrahîm û asayîkirina têkiliyan ji bo wî beşeke sereke ne. Ji ber wê jî ez bawer im çav li Sûriyeyê ne."

Mills diyar kir ku biryara rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê di destê serokê Amerîkayê Donald Trump de ye.

(mh)