Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan bi dawî bû

Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan bi xelatkirina komên beşdar bûne, bi dawî bû.

1 tîrmeh, 2025   17:28
TEBQA

Duh Festîvala 6’an a Aştiyê ya Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, bi dirûşma "Rengên zarokatiyê aştiya Sûriyeyê xêz dikin", bi beşdariya berfireh a zarok, komên hunerî û girseya gel, hat destpêkirin.

Di roja duyemîn a dawî ya festîvalê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Desteyên Çand û Hunerê yên Tebqa û Reqayê, şêniyên bajêr, zarok û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, amade bûn.

Komên hunerî yên beşdarî festîvalê bûne, hunerên xwe pêşkêş kirin. Destpêkê Koma Şano ya Girstêrka Zarokatiyê şanoyek li ser berxwedana şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) û têkoşîna jinan a di oxira azadiyê de pêşkêş kirin.

Piştre komên beşdar berhemên şano, helbest, stran û govend pêşkêş kirin. Zarokan û gel bi coş pêşwaz kir. Di wan berheman de peyamên hişmendiya parastina jîngehê, paqijiya giştî û peymanên neteweyî hebûn.

Di dawiya festîvalê de hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Tebqa, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantonê û hevseroketiya Desteya Çand û Hunerê ya Reqayê komên beşdar xelat kirin.

Di festîvala îsal de 18 komên ji şano, govend, stran û arîtmetîka (jimaryariya) zihnî beşdar bûn. Ji wan komên Peymangehên Meharat (Jêhatî) û Hilm El Xed (Xewna Sibe), komên malbatên şehîdan ên Tebqayê, Kulîlkên Efrînê, Beraêm (Kulîlkên) Firatê, koma Ava Mezin a Dêrikê, koma Şitilên Efrînê û dibistana Girstêrka Zarokatiyê ne.

Festîval bi coşeke mezin ji aliyê temaşevan, mêvan û şêniyan ve hat pêşwazîkirin. Beşdaran peyama festîvalê ya ji bo civakê û zarokan silav kir.

(mh/fr)

ANHA