4 ciwanên ji Qamişloyê li Şamê hatin girtin

Li Şamê 4 ciwanên ji bajarê Qamişloyê hatin girtin. Birayekî ji wan ji malpereke dîjîtal re parve kir ku ew li şaxeke ewlehiyê ya li herêma Şeilan in.

4 ciwanên ji Qamişloyê li Şamê hatin girtin
1 tîrmeh, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji roja pêncşema borî ve têkilî bi 4 ciwanên Kurd ên ji bajarê Qamişloyê qut bû û heta niha tu agahiyên fermî li ser aqûbeta wan nehatine dayîn.

Navên wan wiha ne: Ebdulezîz Dişwar Hac Elî, Remedan Silêman El Hisên, Diyar Omer û Ehmed Ferhan.

Birayê ciwanekî ji wan, ji malpereke dijîtal re parve kir ku wan agahî wergirtine ku endamên "Ewlekariya Giştî" 4 ciwan li Şamê girtine û niha ew di şaxeke ewlehiyê ya li herêma Şeilan de ne.

Li gorî agahiyan, 3 ciwan ji bo ku weke temsîlên şîrketa xwarinê tev li pêşangeha "Expo Food" a Navneteweyî bibin, li Şamê bûn û yê çaremîn jî li zanîngeha Şamê dixwîne.

Heta vê kêliyê aqûbeta wan ciwanan ne diyar e.

(fr)