Festîvala 5'emîn a Şahiya Zarokatiyê li Reqayê didome

Festîvala 5'emîn a Şahiya Zarokatiya di roja xwe ya 2'yemîn de li bajarê Reqayê didome.

2 îlon, 2024   16:38
REQA

Di roja 2'yemîn a Festîvala 5'emîn a Şahiya Zarokatiyê de çalakî û berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Di festîvalê de 150 zarokên ji Navenda Çand û Hunerê ya bajêr beşdar in. Di roja 2'yemîn de koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê stranek ji folklora Reqayê û koma Bihar straneke Kurdî pêşkêş kirin.

Piştre pêşangeha wênesaziyê ji aliyê hevseroka Desteya Çandê Lîlav Xelîl ve hat vekirin. Di pêşangehê de 80 tabloyên hunerî ku ji aliyê 23 zarokên Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn ve hatibûn amadekirin, hatin pêşandan.

Piştre zarokên beşdar serdana Parka Zarokan a bajêr kir û li wir 50 dar çandin.

Festîval heta êvarê bidome. Li nêzî qada Saetê ya bajêr kernevlek li dar bikeve, pêşbirkek biskilêtan a zarokan li dar bikeve û tabloyek li ser dîwar li nêzî qadê were eşkerekirin.

Saet di 8'ê êvarê de koma orkestra dê konsertek li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya bajêr pêşkêş bike û festîval bi dawî bibe.

Sibe, roja 3'yemîn a festîvalê li gundê Ebara yê bakurê Reqayê, roja 4'emîn li kantona Tebqayê û ya dawîn li kantona Minbicê ye.

(mh)

ANHA