Keziya jina têkoşer sembola Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn e

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn ku di navbera 17-19’ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li dar dikeve, ji bo silavkirina berxwedana Rojava bi fîlma ‘Heval Birako’ vedibe. Her wiha keziya jinan ku bû sembola berxwedana Rojava, sembola festîvalê ye. 

Keziya jina têkoşer sembola Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn e
3 nîsan, 2026   07:40
QAMIŞLO

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn di navbera 17-19’ê Nîsanê (2026) de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê pêk tê. Festîval li Sînemaya Ufa Palast û Metropolê tê lidarxistin. 

3 fîlmên dirêj, 8 belgefîlm û 17 kurtefîlm dê beşdarî festîvalê bibin.

3 fîlm ji Rojavayê Kurdistanê, 11 fîlm ji Bakurê Kurdistanê, 5 fîlm ji Rojhilatê Kurdistanê, 7 fîlm ji Başûrê Kurdistanê û 3 fîlm jî ji qada navneteweyî hatine hilbijartin.

Endamê komîteya amadekar ê festîvalê Serhat Hulaku diyar kir ku dema wan dest bi amadekariyên festîvala îsal kir, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hebûn, ji ber vê yekê wek silavdayîna berxwedana Rojava dê festîval bi fîlmeke ji Rojava dest bê bike.

Dê vekirina festîvalê bi fîlma ‘Heval Birako’ ku 90 deqe ye, bê kirin. Her wiha kurtefîlma bi navê ‘Rojava rûmeta me ye’ û belgefîlma bi navê ‘Hemo’ dê ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibin.

Li ser logoya festîvalê jî keziya jineke şoreşger wek sembol hatiye hilbijartin û berê jina şoreşger li nexşeya Kurdistanê ye. Serhat Hulaku destnîşan kir ku di berxwedana Rojava de keziya jineke şoreşger hat jêkirin û ev kezî bû sembola berxwedanê û wiha got: “Me jî îsal wek sembola festîvalê jinek ku keziya wê sembola berxwedanê ye û berê wê li nexşeya Kurdistanê ye, diyar kir.”

Fîlm û belgefîlmên ku beşdar bûne, li ser şoreşa Rojava, kolberên li Rojhilatê Kurdistanê, qedexeya zimanê kurdî û zexta dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdan, koçberkirina gelê Kurd ji Bakurê Kurdistanê, qedexeyên li ser stranên kurdî ye.

Di festîvalê de, di navbera kurtefîlman de pêşbirk tê çêkirin. 4 xelat tên dayîn. Ji her parçeyekî Kurdistanê dê kurtefîlmek xelatekê wergire. Ji bo fîlmên dirêj jî 4 xelatên rûmetê tên dayîn.

Serhat Hulaku da zanîn ku festîval bûye yek ji dezgehên herî girîng ku danasîna fîlmên kurdî dike, hunermendên Kurd lê dicivin û wiha axivî: “Fîlmên ji her çar parçeyên Kurdistanê di nava şer, zehmetî û qedexeyan de tên çêkirin. Em bang dikin ku gelê Kurd beşdarî festîvalê bibe.”

(bî)

ANHA