Şêniyên Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoya şertê sereke ye

Şêniyên herêma Aliyan ji ber bandora berdewamiya şert û mercên dijwar ên girtîgehê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî dan. Şêniyan diyar kir ku bidawîanîna tecrîdê û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê û civakek demokratîk gavên girîng in.

Şêniyên Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoya şertê sereke ye
3 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî serdana wî ya dawîn a li Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ya di 21`ê Adarê de, birayê wî Mehmet Ocalan gotibû tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan xirab e. Der barê mijarê de şêniyên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxayê axivîn.

Xelef Gulî got: "27 sal e Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî nemirovane tê girtin. Tenê sûcê wî daxwaza azadiyê ji bo gelê xwe û banga jiyana hevbeş, aştî û demokrasiyê ye. Ev yek bandorê li tenduristiya wî dike, bi taybet ji ber temenê wî yê mezin. Ev zilmeke li dijî rêberekî ye ku ji bo gelê xwe fedakarî kiriye.”

Gulî wiha domand: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertek bingehîn e ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li herêmê, xurtkirina ewlehî û aramiyê, bidawîanîna şer û zilmê li ser gelan û rawestandina êrişên qirkirin û înkarê li dijî gelê Kurd û gelên din.”

Gulî destnîşan kir ku xirabûna tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan cihê fikaran e û daxwaz kir ku rayedarên Tirkiyeyê dawî li pêkanînên xwe yên neexlaqî yên li dijî wî bînin. Her wiha diyar kir ku şert û mercên girtîgehê yên dijwar di nava tecrîda berdewam de sedemeke sereke ya xirabûna tenduristiya wî ye û divê tavilê bi dawî bibin û divê azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn.

Kadar Beşîr jî ragirtina berdewam a Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tiştê ku rêber li girtîgeha Îmraliyê dijî neexlaqî ye nemirovî ye, bi taybet di dewletek ku îdîa dike ku mafên mirovan û demokrasiyê pêk tîne.”

Beşîr wiha domand: “Êrişa li ser Rêber Abdullah Ocalan êrişek li ser gelê Kurd û îradeya wan e û tiştê ku ew pê re rû bi rû dimîne bi tevahî nayê qebûlkirin. Divê ev pêkanînên li dijî wî tavilê werin rawestandin, û divê edalet, divê azadiya wî ya fîzîkî were dayîn da ku ew bikaribe rola xwe ya pêşeng di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de bilîze."

Şerîfe Hesen jî got: “Şert û mercên zindanê yên dijwar ên ku Rêber Abdullah Ocalan pê re rû bi rû ye, bi taybet ji ber temenê wî yê mezin, gefeke cidî li ser jiyana wî çêdikin.”

Şerîfeyê wiha domand: “Piştî daxuyaniyên birayê wî tirsên me zêde bûne, û em ji bo başbûna wî pir bi fikar in, bi taybet ji ber rewşa wî ya niha ya di zindanê de.”

Di dawiyê de Şerîfe Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo gelên herêmê terxan kiriye û erkê van gelan e ku li dora wî bicivin û bi aşkerayî pêkanînên li dijî wî red bikin û daxwaza serbestberdana wî bikin.

(k)

ANHA