Rojnamevan Fereh El Eqîl: Ji bo rewabûna destûra nû misogerkirina beşdariya jinan girîng e

Rojnamevan Fereh El Eqîl diyar kir ku bingeha her pêvajoyeke destûrî li Sûriyeyê, divê li ser wekheviya rastîn, misogerkirina beşdariya jinan di nivîsandina destûrê de, serxwebûna dadwerî û pêkanîna edaleta veguhêz were avakirin.

Rojnamevan Fereh El Eqîl: Ji bo rewabûna destûra nû misogerkirina beşdariya jinan girîng e
3 nîsan, 2026   05:50
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Gotûbêjên li ser siberoja pêvajoya destûrî li Sûriyeyê dewam dikin û pê re jî daxwazên ji bo ji nû ve avakirina çarçoveya destûrî li ser bingehên dadperwertir û berfirehtir zêde dibin, bi taybet jî der barê mafên jinan û rola wan a di jiyana siyasî de. Çalakvanên mafên mirovan dibêjin her destûreke ku rewatiya wê ya rastîn tune be û beşdariya bibandor a jinan misoger neke, dê nekare veguherîneke demokratîk a rastîn bi dest bixe.

Der barê van mijaran de rojnamevana sûriyeyî Fereh El Eqîl diyar kir ku divê prensîba wekheviya rastîn di navbera jin û mêran de di destûrekê de ku rewatiya wê ya rastîn heye, were bicihkirin. Ferehê got: “Divê ew bi garantiyên aşkera yên li dijî cudakariyê were nivîsandin û beşdariya jinan di biryardana siyasî de misoger bike. Divê ev yek di çarçoveyeke destûrî ve were girêdan, ne di bin desthilata veguhêz de ku guh nade destûran.”

EDALETEKE BÊYÎ ÎSTÎSNA

Der barê dadwerî û edaleta veguhêz de, Fereh El Eqîl diyar kir ku divê serxwebûna zelal a pergala dadwerî hebe, û bal kişand ser girîngiya avakirina dezgehek dadweriya veguhêz a serbixwe. Fereh her weha banga avakirina dayreyên dadwerî yên taybetî kir da ku sûcên şer û tundiya li ser bingeha zayendî pêpirsîn bikin, da ku edalet û sizadan were pêanîn.

BIDAWÎKIRINA QONAXA VEGUHÊZ

Ferehê diyar kir ku xebata sereke divê bidawîkirina qonaxa veguhêz be, bi forma wê ya heyî, û rave kir ku ew desthilat ne rewa ye û li derveyî Danezana Destûrî ye. Ferehê banga vekirina rêyeke damezirandinê ya nû li ser bingeha îradeya azad a jin û mêrên Sûriyeyê kir û got: "Pêkanîna edaleta giştî şertê bingehîn ê her gotûbêjeke li ser wekheviyê ye, ji ber ku bêyî wî maf nayên bidestxistin.”

‘NÛNERTÎ, NE PAŞGUHKIRIN’

Ferehê der barê çawaniya pêkanîn beşdariya jinan a bibandor de got divê mecliseke damezirîner a hilbijartî were avakirin ku hemû Sûriyeyiyan, hem mêr û hem jî jin, temsîl bike, di nûnertiya jinan a herî kêm bi rêjeya ji sedî 50 di komîteya nivîsandina destûrê de were garantîkirin. Her wiha divê pêşnûmeyên destûrê ji bo nîqaşa giştî were weşndin, rûniştinên guhdarîkirinê hem li hundirê Sûriyeyê û hem jî li dîyasporayê werin lidarxistin, û jinên beşdar bi awayekî qanûnî werin parastin da ku beşdarbûna wan bi bandor be, ne tenê şeklî be.

JI BO SBEROJÊ HIŞYARÎ

Di dawiyê de, rojnamevan Fereh El Eqîl hişyar da ku nebûna garantiyên zelal ji bo mafên jinan dikare cudakariyê xurt bike, bibe sedema dûrxistina nîvê civakê ji jiyana siyasî, û çêkirina destûrek ne rewa. Ferehê got ev yek dê krîza baweriyê ya ku ji ber binpêkirina berdewam a Danezana Destûrî derdikeve holê jî xirabtir bike û her pêvajoyeke demokratîk an edaletê ya siberojê, têk bibe.

(k)

ANHA