NY‘yê dê alîkariya bide Sûriyeyên dixwazin ji Urdunê vegerin warê xwe

Komîseriya Bilind a  Kar û Barên Penaberan a NY`yê li Urdunê destnîşan kir ku dê alîkarî bidin Sûriyeyên dixwazin vegerin welatê xwe.

NY‘yê dê alîkariya bide Sûriyeyên dixwazin ji Urdunê vegerin warê xwe
16 cotmeh, 2026   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bernameya alîkariya bi pereyan 18`ê cotmehê fireh bike.

Li gorî bernameyê, Sûriyeyên dixwazin vegerin welatê xwe dikarin sûdê ji vê bernameyê wergirin.

Li gorî daxuyaniyê, Komîseriya Bilind dê 70 dînarê Urdunê bide her Sûriyeyiyek ku dixwaze vegere welatê xwe, 355 dînar jî bide kirêya rê û gumrikê. Her wiha 210 dînar bide malbatên ku astengdarên wan hene, yên hejmara wan ji 8 kesan zêdetire û malbatên ku tenê yek kes lê dixebite.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nêzî 296 hezar Sûriyeyî ji Urdunê vegeriyane Sûriyeyê. Berî rejîma Baas hilweşê nêzî 1.8 milyon koçberên Sûriyeyê li Urdunê bûn.

(np)