Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan

Siyasetmedar û rewşenbîrên Siweydayê ji bo şermezarkirin û redkirina biryarên desthilata Şamê û beşdariya çeteyên dewleta Tirk a dagirker di siberoja welat de xwepêşandanek li dar xist.

Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan
Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan
Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan
Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan
Li Siweydayê li dijî biryarên desthilata Şamê xwepêşandan
4 sibat, 2025   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek siyasetmedar û rewşenbîran îro li qada Keramê ya bajarê Siwêdayê ji bo şermezarkirina biryarên desthilata Şamê xwepêşandanek li dar xist.

Beşdaran biryarên desthilata Şamê red kirin û pankartên "Milîsên bi piştgiriya Tirkiyeyê nûnertiya Sûriyeyiyan nake û ji bo welat şer nekirin", "Ebû Emşe dizê mirîşkan, fermandarê Firqeya 25ˋan e", "Sûcên te tevahî hatine nivîsandin" û "Şoreş bi dawî nebûye" bilind kirin.

Ev diruşme nîşan didin ku beşdar erkdarkirina kesên destê wan di sûcên dijî Sûriyeyiyan de hene red dikin û metirsiyên wan hene ku kiryarên wan bandorê li siberoja welat bikin, bi taybet jî erkdarkirina Ebû Emşe ji bo Firqeya 25ˋan li Hemayê.

(fr)

ANHA