Fermandarekî Hizbullahê hat hedefkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê êrişeke hewayî li Beyrûtê pêk aniye. Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku fermandarê yekîneya mûşekan a Hizbullahê hat hedefkirin. Çavkaniyekî leşkerî yê lubnanî îdia kir qadên şêniyan hatine hedefkirin.

Fermandarekî Hizbullahê hat hedefkirin
28 gulan, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê êrişeke hewayî li herêma Beyrûtê pêk anî. Kanala 15 a Îsraîlê ragihand ku êriş li dijî fermandarê yekîneya mûşekan a Hizbullahê hatiye kirin.

AFP‘ê jî li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî yê lubnanî da zanîn ku êriş li dijî avahiyeke niştecihan li herêma Şiwêfat a başûrê Beyrûtê pêk hatiye.

(bb)