Zanîngeha Rojava dema tomarkirina karmendên Rêveberiya Xweser dirêj kir

Zanîngeha Rojava dema tomarkirina karmendên Rêveberiya Xweser dirêj kir, her wiha li gel vê yekê beşên nû jî vekirin.

Zanîngeha Rojava dema tomarkirina karmendên Rêveberiya Xweser dirêj kir
5 hezîran, 2026   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava ji bo karmendên Rêveberiya Xweser, di 23ˊyê Gulanê de projeyek taybet xwendinê dabû destpêkirin; (Mamostetiya Refê, Ziman û Wêjeya Kurdî, Dîrok û Mafnasî).

Îro, Zanîngeha Rojava dirêjkirina dema tomarkirinê ji bo projeya xwendinê ya taybet bi karmendên Rêveberiya Xweser ragihand, her wiha li gel vê yekê beşên nû hatin zêdekirin:

- Guhertina dema tomarkirinê: Dema tomarkirinê hat dirêjkirin û wê heta dîroka 11-06-2026'an berdewam bike, ji bilî rojên în û şemiyê.

- Beşên nû: Tevî beşên ku berê hatibûn ragihandin, beşên nû jî hatin vekirin ew jî ev in: Beşa Erdnîgarî, beşa Fîzîk û beşa Ragihandinê.

Mercên pejrandin û tomarkirinê yên guhertî:

- Beşa Mafnasî (Hiqûq): Mercên berê wekî xwe dimînin û tu guhertin tê de nehatine kirin.

- Beşa Ragihandinê: Mafê her kesê/a ku di saziyeke ragihandinê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve yan jî di saziyeke ragihandinê ya ku fermî rêdana xwe ji Rêveberiya Xweser girtiye, dixebite, dikare serlêdanê bike; bi şertê ku herî kêm çar salan di vê qadê de xebitîbe û niha jî di karê xwe de berdewam be. Her wiha serlêder wê di azmûneke qebûlkirinê re derbas bibin.

- Beşên (Erdnîgarî, Dîrok, Mamostetiya Refê, Wêjeya Kurdî, Fîzîk): divê kesê serlêder herî kêm 3 salan di qada perwerdeyê (girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser) de xebitîbe û heta niha li ser kar be û mamosteyê/a materyalekê ji van materyalan be.

- Ji bo karmendên Rêveberiya Xweser ên di saziyên din ên cihêreng de: Ew jî dikarin serlêdana van beşên navborî (Erdnîgarî, Dîrok, Mamostetiya Refê, Wêjeya Kurdî, Fîzîk) bikin, bi şertê ku serlêder herî kêm çar salan karmendê Rêveberiya Xweser be û heta niha di karê xwe de berdewam be, her wiha wê di azmûneke nivîskî ya qebûlkirinê re derbas bibe.

Têbînî: Ji bo naskirina belgeyên pêwîst, ji kerema xwe li lînka berê ya ku li jêr pêvekirî ye binêrin.

https://www.facebook.com/share/p/1E3y1s4Gfm/?mibextid=wwXIfr

(fr)