Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên QSDˈê re civiya

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku duh fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi fermandarên QSD’ê re civiyaye.

Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên QSDˈê re civiya
17 ÇILE, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla çûye Rojavayê Kurdistanê. Li gorî daxuyaniyê Michael Erik bi fermandarên leşkerî yên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re civiyaye.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê bi armanca ‘nirxandina kampanyaya têkbirina DAIŞ’ê û hewlên pêşîgirtina li xurtbûna wê koma terorîst’ serdana Rojavayê Kurdistanê. CENTCOMê diyar kir kir ku General Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê jî.

CENTCOM’ê behsa metirsiya li kampa Holê kir û hate gotin; “Ev kamp metirsiya afirandina nifşekî nû yê DAIŞˈê li xwe digirin. Ji bilî wan 40 hezar kesên di wan her du kampan de, zêdetirî 9 hezar girtiyên DAIŞˈê yên ji zêdetirî 50 welatî di 12 girtîgehên di bin çavdêriya QSD’yê de ne. Bi wateya rastî û mecazî artêşeke DAIŞ’ê di girtîgehan de heye.