Fermandarê artêşa Pakistanê li Tehranê ye

Fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munîr bi armanca ku navbeynkariya welatê xwe ya di navbera DYA û Îranê de bidomîne, çûye Tehranê.

Fermandarê artêşa Pakistanê li Tehranê ye
21 gulan, 2026   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê artêşa Pakistanê di çarçoveya hewldanên welatê xwe yê navbeynkariyê di navbera DYA û Îranê de, îro gihaşt Tehranê.

Ajansa nûçeyan a Îranî ISNA'yê ragihand ku ev serdan ji bo temamkirina muzakereyan bi rayedarên Îranê re pêk hatiye.

Girêdayî mijarê wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi wezîrê karên hundir ê Pakistanê re hevdîtin pêk anî. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got, Tehran pêşniyarên DYA’yê wergirtine û lêkolîn dike. Bîqayî destnîşan kir ku her du aliyan li ser pêşniyara Îranê ya 14 xalan, gelek peyam parve kirin.

Pakistan, ji dema ku agirbest di 8'ê Nîsanê de ket meriyetê, bi şandina peyaman û organîzekirina torên dan û standinên nerasterast di navbera her du aliyan de, rola navbeynkariyê didomîne.

 (bb)