Li Efganistanê malbat ji ber birçîbûnê zarokên xwe difiroşin

Li Efganistanê bi hezaran malbat ji ber xizanî û birçîbûnê neçar dimînin zarokên xwe bifiroşin.

Li Efganistanê malbat ji ber birçîbûnê zarokên xwe difiroşin
21 gulan, 2026   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efganistanê ji ber krîza aborî gelek malbat neçar dimînin biryarên dijwar bidin. Malbat ji ber xizanî û rewşa debarê ya dijwar neçar dimînin zarokên xwe bifiroşin.

Rêxistina Rizgarkirina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (Save the Children International) ragihand ku ji dema tevgera Talîbanê li Efganistanê bûye desthilatdar (2021), diyardeya bazirganiya zarokan zêde bûye. Rêxistinê diyar kir ku wê dozên bi dehan malbatên ku zarokên xwe firotine da ku deynan bidin an xurekê bikirin, belge kirine.

Li gorî rêxistinê di navbera salên 2021 û 2024'an de nêzîkî 121 hezar zarok hatine firotin.

Li gorî raporan, li parêzgeha Jawzjan a li bakurê Efganistanê malbat zarokên xwe ji bo firotanê li bazarên vekirî pêşkêş dikin û buhayên wan di navbera hezar û 2 hezar dolarî de ye.

Şîrovekarên Efgan diyar dikin ku ev diyarde bi rewşa aborî ya xirab û nebûna derfetên kar ve girêdayî ye. Di heman demê de mercên civakî û çandî yên kûr li hin gundan carinan wekî amûreke ji bo çareserkirina deyn û nakokiyan tên bikaranîn.

(bb)