li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket herêma Wadî El Ruqadê ya gundewarên Derayê û derdora Girê Ehmer ê Quneytîrayê jî bi obîsan topbaran kir.

li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê
21 gulan, 2026   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket herêma Wadî El Ruqad ê nêzî gundê Cumlê yê rojavayê Derayê.

Li gorî SOHR'ê, dewriye ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat û di dergehê Til Ebû El Xeysar re ket herêmê, lê tu pevçûn an serdegirtina malan çênebûn.

Her wiha hate zanîn ku duh êvarê Îsraîlê guleyên obîsan avêtin Girê Ehmer ê rojhilat ê li gundewarên başûrê Quneytîrayê. Guleyên obîsan li herêmeke çandiniyê ketin.

(bb)