Fermandar Zîlan Cesûr: Hebûna me ya li heremê bersiveke ji DAIŞ’ê re ye

Ji fermandarên YPJ’ê Zîlan Cesûr destnîşan kir ku armanca wan a li heremê, di serî de ji gef û hewldanên çeteyên DAIŞ’ê re bersivek e.

Fermandar Zîlan Cesûr: Hebûna me ya li heremê bersiveke ji DAIŞ’ê re ye
22 cotmeh, 2025   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zîlan Cesûr ji Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê re axivî.

Zîlan Cesûr têkildarî hebûna hêza wan a li Dêrazorê got: “Hebûna me li vê herêmê wek bersiveke ji bo êrişên li Dêrazorê ye. Hêzên QSD’ê bi tevahî hêza xwe li vir heye, her wiha hêza me YPJ jî li herêmê berpirsyariyeke giran û mezin dikeve ser milê me. Ji ber ku herêm hîn jî bi zîhniyeta mêrperest û kaosan re rû bi rû ye. DAIŞ hewl dide li Dêrezorê xwe ji nû ve zindî bike.”

Zîlan Cesûr wiha berdewam kir: “Em wek Yekîneyên Parastina Jin, bi wêrekî û azweriyeke mezin parastina gelê Dêrazorê dikin û ji bo parastina sivîlan ji sûc û kiryarên terorîstan, tê dikoşin. Hebûna me li vir ji bo parastina jinan û gelên vê herêmê ye. Di demên dawî de li Dêrazorê gelek teqîn û çalakiyên terorî hatine kirin. Bi vê yeke ewlehî û aramiyê civake tê hedefgirtin. Em baş dizanin ku yên li pişt van kiryaran ne ji Dêrazorê ne, ji ber ku niha gel bi hêzên QSD’ê re bûye yek û ji bo parastina herêma xwe bi hev re tê dikoşin.”

Fermandar Zîlan Cesûr destnîşan kir ku kesên dixwazin aramiya herêmê têk bibin, bermahiyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne û wiha domand: “Armanca hebûna me ya li heremê, di serî de bersivek e ji bo van gefan û hewldanên DAIŞ’ê yên ji bo ji nû ve birêxistinkirina xwe ya li herêmê ye. Em ji bo qutkirina rehên ku rêxistina terorî hewl dide ji nû ve zindî bike, dixebitin ku ji holê rakin.”

Zîlan Cesûr wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Operasyon û çalakiyên ku em pêk tînin, di vê çarçoveyê de ne. Xelkê Dêrazorê vê yekê bi dilxweşî pêşwazî dike. Ji ber ku ew jî dizanin ku armanca me ew e em ê îdeolojiya DAIŞ’ê ji holê rakin û pêşî li ber vegera DAIŞ’ê bigirin. Em wek hêzeke sereke her tim perwerde dibin û em refên xwe bi rêxistin dikin da ku em bikarin jinan û gelê herêma xwe biparêzin û îdeolojiya metinger ji holê rakin.”