Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin

Ji fermandara YPJ’ê Jînda Cûdî bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
Fermandar Jînda Cûdî bi girseyî hat oxirkirin
6 cotmeh, 2024   15:09
QAMIŞLO

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jînda Cûdî (Xezal Belge) a 3’yê Cotmehê di êrişa balafira bêmirov a li dijî rêya Amûdê -Qamişloyê de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Tevî şêniyên kantona Cizîrê,  endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeyê şehîd Jînda li nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê  wergirt û li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik spart axê.

Karwanê cenaze dema gihişt pakrewangehê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Li pakrewangehê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin.

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Hêvî Seyd axivî û got: "Jînda Cûdî di nava malbateke welatparêz de ku ji bo doza gelê Kurd tê dikoşiya mezin bû. Keça şehîdekî ye û xwişka şehîdan e. Jîna li erdîngariya Kurdistanê tê koşiya û di dilê tevahî Kurdistaniyan de ye. Bi hezaran şênî pê ve hatin girêdan. Ji pêşengên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe daye. Ji bo azadiya jin û civakê tê koşiya. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi azadî û ewlehî bijîn li hemberî zulm û dagirkeran sekinî."

Hêvî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em hemû malbata şehîd Jînda ne. Em ê li ser rêya wê û rêya malbata wê ji bo doza gelê Kurd tê bikoşin."

Hêvî diyar kir ku kesek nikare vîna gelê herêmê bişikîne û hatina wan a li pakrewangehê bersiva dagirkeran, xayîn û nokran e.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Xelîl Xelîl got: "Bi saya têkoşîna gelên şoreşger li ser şopa şehîdan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji lepên dewleta Tirk a dagirker hatin rizgarkirin. Divê em têkoşînê li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan berdewam bikin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd Jînda Cûdî hate xwendin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA