Li Himsê êriş: 1 kuştî û 3 birîndar 

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li herêma Hesaya ya Himsê 3 erebe bombebaran kiriye. Li gorî çavkaniyan di bombebaranê de kesek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Himsê êriş: 1 kuştî û 3 birîndar 
6 cotmeh, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku  Îsraîlê li herêma Hesaya ya Himsê 3 erebe bombebaran kirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji rêveberê Bajarê Pîşeyî yê Hesaya Amir Xelîl wergirtine, diyar kir ku 3 erebe bi alîkariyan barkirî bûn li herêma Hesaya hatiye hedefkirin û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Xelîl nûçeyên "kargeha erebeyan hatiye hedefkirin" derewand.

Çavkaniyên xwecih jî dan zanîn ku di encama êrişê de herî kêm kesek hatiye kuştin û 3 kes birîndar bûne.

(şx)