Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê-Şaxê Girkê Legê bi navê "Tu rewşa Kurdan çawa dibînî" rûniştineke diyalogê li dar xist. Di rûniştinê de xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan mijarên sereke bûn.

Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan
Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan
Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan
Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan
Li Girkê Legê rûniştina xurtkirina yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyan
17 hezîran, 2026   21:22
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê-Şaxê Girkê Legê bi navê "Tu rewşa Kurdan çawa dibînî" rûniştineke diyalogê li avahiya yekitiyê ya Girkê Legê bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîran û nivîskaran li dar xist.

Rûniştin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê nivîskar Bradost Mîtanî bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku gelê Kurd îro bi saya fedakariyên şehîdan gihîtiye vê rojê.

Mîtanî destnîşan kir ku hin alî propagandayan dikin ku rola Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî gavên entegrasyonê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re bi dawî bûn, lê gavên heyî dikevin berjewendiya gelê Kurd, destkeftiyên wî xurt dikin û diparêzin.

Di dewama axaftina xwe de Mîtanî got hêza gelê Kurd ji yekitî û hevgirtinê tê û diyar kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi xurtkirina yekrêziyê heye da ku li hember astengiyên li dijî maf û hebûna Kurdan derdikevin bisekinin.

Piştî axaftina Mîtanî, deriyê nîqaş ji beşdaran re hat vekirin. Beşdaran diyar kir ku yekhelwestiya Kurdan, û xurtkirina diyalogê di nava tevahî hêz û partiyan de girîng e û banga aşkerakirina pêşdeçûnên siyasî û lihevkirinên heyî kirin.

Beşdaran daxwaza kir ku divê nakokiyên hundirî werin derbaskirin û di vê pêvajoyê de bi yek bin. Her wiha beşdaran piştgiriya xwe ji Banga Aştî û Civaka Demorkatîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin nîşan da û got ew gavek e ber bi xurtkirina aştî û jiyana hevbeş û misogeriya mafên wekhev di nava gelan de ye.

Di dawiyê de beşdaran anî ziman ku pêkanîna mafên rewa yên gelê Kurd, ji bo xurtkirina aramî û aştiyê li herêmê, hêmaneke girîng e.

(fr)

ANHA