‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn e’

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn e. Her wiha got berdewamkirina têkoşînê rêya yekane ya bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye.

‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn e’
20 nîsan, 2024   02:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Bertekên li hember siyasetên desthilata Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî berdewam in. Ji bo ravekirina vê helwestê meş û çalakiyên cihêreng li Kurdistan û cîhanê têne lidarxistin.

Şêniya bi navê Zên Elî ya ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn e.

Şêniyê bi navê Siûd Dirbas jî  diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan cewherê demokrasî û biratiya gelan e û da zanîn ku bi girankirina tecrîdê re dixwazin wî ji gelên azadîxwaz dûr bixin.

Li gorî Dirbas tecrîd, dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û nebicihanîna daxwazên gel, di encama berjewendiyên hêzên kapîtalîst de ye.

Şêniya bi navê Fadiye Şêxo ya ji Dirbêsiyê jî diyar kir ku desthilata Tirk ji tecrîdê û girankirina wê armanc dike ku vîna gelan têk bibe yên ku bi fikrê wî bawer dikin.

Fadiye bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bêdeng nemînin û ji bo Rêber Abdullah Ocalan erka xwe bînin cih.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Ebdurehman jî îşaret bi necidîbûna rêxistinên hiqûqî û mirovî di bicihanîna rêgezên xwe de dema bi gelan re mijul dibin û got: "Ev necidîbûn, girêdana wan rêxistinan bi siyasetên navneteweyî ve nîşan dide. Ji ber wê, rêya yekane ya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewamkirina têkoşînê ye."

(şx)

ANHA