Qebîleya El Igêdat piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser

Rûspiyên êlên El Igêdat destnîşan kir ku alîgirên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê hewl didin fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxin. Rûspiyan piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anîn ziman.

Qebîleya El Igêdat piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser
Qebîleya El Igêdat piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser
Qebîleya El Igêdat piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser
20 nîsan, 2024   05:06
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Têkildarî tevgerên biguman ên vê dawiyê yên li Dêrazorê çêbûne, rûspiyên qebîleya El Igêdat ji ajansa me re axivîn. Rûspiyên El Igêdat hewldanên têkbirina aştiya li herêmê şermezar kir û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  re anîn ziman.

Rûspiyê êla El Enabze ya qebîleya El Igêdat Rida Ewad El Elî êrişên çeteyên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê yên li dijî axa Sûriyeyê û herêmên rojhilatê Firatê şermezar kir û got, ev kom dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin û fitneyê derxin.

El Elî bal kişand ser girîngiya diyalogên navxweyî û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan maseya diyalogê ji her kesî re vekirî ye.

Rûspiyekî din êla El Enabze Subah Ewad El Emaş destwerdanên aliyên derve yên li dijî ewlehiya herêmê şermezar kir û got: "Em piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Em ê mil bi mil li hember van destwerdanan bisekinin."

El Emaş destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya naxweyî rêya çareserkirina aloziyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: " Destwerdanên derve, çi ji aliyê Tirkiye yan jî Îranê yan jî hêzeke din ve çareseriyê asteng dikin. Destên kirêt hene ku hewl didin fitneyê di nava me de derxin û projeya Rêveberiya Xweser asteng bikin.”

El Emaş  berxwedana hêzên leşkerî yên herêmê silav kir.

(şx)

ANHA