‛Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan meşaleya hêviyê ye’

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê û Y.J.Ê.R’ê bi daxuyaniyên cuda rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

‛Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan meşaleya hêviyê ye’
3 nîsan, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, 4’ê Nîsanê salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Bi vê boneyê Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) du daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniya Nivîsgeha Jinan de hat gotin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna Rojhilata Navîn a ruhî ye.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola rêber Abdullah Ocalan a xurtkirina jinan û hat gotin ku fikrên wî jin ji koleya dewletên desthilata veguherand dengê dengvedana azadiyê.

Her wiha nivîsgehê di daxuyaniya xwe de behsa banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ev qonaxa nû wê rêveçûna doza Kurd û dozên herêmê biguhere.

Y.J.Ê.R’ê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ev roj li tevahî jinan, gelên li Kurdistanê û li cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan bi taybet ji bo jinan ku azadiya xwe bi dest bixin meşaleya hêvî ye.

(fr)

ANHA