DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî nuqteyeke ewlehiyê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Zîban ê gundewarê Dêrazorê êrişî nuqteyekê kontrolê kir û hêzan bi tundî bersiv da.

DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî nuqteyeke ewlehiyê kir
3 nîsan, 2025   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyeke hêzên ewlehiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi armanca derbekirina ewlehî û îstîqrara herêmên me, şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst êriş bir ser yek ji bendên kontrolê yên hêzên me li bajarokê Zîban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê. Çeteyan di danê nîvro de bi motorsiklêtan êriş pêk anî. Di encamê de endamekî me birîndar bû.

Hêzên me yekser û biryardayî bersiv dan û bi ser terorîstên êrişkar de girtin. Hêzên me ji bo xurtkirina ewlehiyê û têkbirina bermahiyên terorîstan dewriyeyên xwe zêde kirin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bi cih bînin û rê nadin tu destên êrişkaran ku aramiya herêmên me têk bibin. Her wiha em bang li hemwelatiyan dikin ku hişyar bin û bi hêzên me re alîkariyê bikin û her tevgerek biguman hat dîtin agahiyê bidin. Ji ber ku ewlehî berpirsiyariyeke hevbeş e."

(fr)