‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê di merasîma xiyabî ya şervanê QSD'ê şehîd Roger Welat de destnîşan kir ku fedakariya şehîdan rê li ber lidarxistina "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" vekir. Şêniyan got berxwedana şehîdan mînaka şoreşa gel e

‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
‛Berxwedana şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî vekir’
29 nîsan, 2025   17:28
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê di merasîma xiyabî ya şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Roger Welat (Rodî Xelef) de amade bûn. Şehîd Roger di 10'ê Kanûna par de, di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, li bajarokê Sirînê şehîd bû.

Merasîm li pêş mala malbata şehîd a li gundê Til Kerem ê bajarê Dirbêsiyê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclisên xwecihî, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Foza Yûsif li ser girîngiya rola şehîdan di parastina xak û gelê xwe de axivî û got: "Şehîd Roger Welat ji ciwanên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû sembola û modela têkoşîn û fedakariya li hemberî dagirkeriyê pêşkêş kir."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûdê berxwedana QSD, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şêniyên herêmê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê silav kir û got ew berxwedan bû nimûneya berxwedana gelêrî û şoreşgerî.

Di dawiya axaftina xwe de Zelal Amûdê soza domandina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan dubare kir.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif got: "Fedakariya şehîdan rê li ber lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vekir û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava ji Sûriyeyê re bû nimûneya azadî û demokrasiyê."

Perwîn Yûsif wiha domand: "Ji bi bidawîkirina şer em bi diyalogê bawer in. Eger hikumeta Şamê dibîne ku yekrêziya Kurdî xeteke sor e, wê demê em jî dibînin ku azadiya gelê Sûriyeyê, hemwelatîbûna azad û sîstemeke nenavendî ya ku hegemoniya Baas û siyasetên înkarkirinê bi dawî bikin, xetê sor in."

Bavê şehîd, Mihemed Xelef serbilindiya xwe bi şehadeta kurê xwe anî ziman û got: "Roger Welat bi dozê bawer bû û îsrar dikir ku di têkoşînê de li kêleka Rêber Abdullah Ocalan be. Me li ser vê rêçê ew mezin kir û îro em pê serbilind in ku di şoreşa azadî û yekrêziyê de bû pêşeng."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/fr)

ANHA