Fazela Mahomad: Hevgirtina navneteweyî dê azadiyê bîne

Sekretera KHRAG’ê Fazela Mahomad diyar kir ku hemleya ji bo azadiya Nelson Mandela ya sala 1980`an, niha ji bo Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Fazela anî ziman ku tevlêbûna navneteweyî girîng e û got “Hevgirtina navneteweyî û daxwazên zelal ên ji bo pêvajoya muzakereyên demokratîk dê azadiyê bînin.”

Fazela Mahomad: Hevgirtina navneteweyî dê azadiyê bîne
26 ÇILE, 2024   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Di 10`ê Cotmeha 2023`yan de bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li 74 navendên cîhanê hemleya navneteweyî bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî” hate destpêkirin. Hemle heta niha li 105 navendên cîhanê belav bûye û tevlêbûna hemleyê her ku diçe zêde dibe.

Yek ji beşdarên hemleyê sekretera Koma Mafên Mirovan a Kurd-Afrîkaya Başûr (KHRAG) û çalakvana mafê mirovan Fazela Mahomad der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û hemleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji ANHA`yê re axivî.

‘NIKARIN PÊŞÎ LI BELAVKIRINA FIKRÊN OCALAN BIGIRIN`

Fazela Mahomad diyar kir ku berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, nîşaneke eşkere ya binpêkirina peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk li ser muameleya li dijî girtiyan e. Hiqûqa navneteweyî bi zelalî destnîşan dike ku demên dirêj ên tecrîdê îşkenceyê ye. Ev li Tirkiye eşkerê tê jiyîn. Bi vê re dixwazin pêşî li pêşiya fikre Abdullah Ocalan bigrin. Lê dewleta Tirk nikare pêşî li belavkirina fikrên Ocalan bigire. Fikr û ramanên wî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn îlhamê ji bo avakirina çareseriyeke demokratîk dide.”

‘PIRSGIRÊKA KURD BÊYÎ OCALAN NAYÊ ÇARESERKIRIN’

Fazela Mahomad bal kişand ser rola çareseriya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û destnîşan kir ku di tu muzakereyan de pirsgirêka Kurd bê Rêber Abdullah Ocalan wê neye çareserkirin. Fazela derbarî nêzîkatiyên dewleta Tirk ji pirsgirêka Kurd re ev tişt got: “Pêwîstî bi dan û standinê heye. Nerazîbûna rejîma Tirk a ji bo çareseriyê, nêrîneke dîrokî ya teng û dijî demokrasiye nîşan dide. Heman demê ji bo rojeva krîza aborî, civakî veşerê pirsgirêka Kurd bi kar tîne. Tu muzakereyan de pirsgirêka Kurd bêyî Abdullah Ocalan nayên çareserkirin. Muzakere tenê bi serbestberdana bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî dikare dest pê bike. Bi gotina Nelson Mandela `Tenê mirovê azad muzakere dike, girtî nikarin peymanê bikin.”

`KAMPANYAYA JI BO MANDELA NIHA JI BO OCALAN HEYE`

Têkildarî hemleya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirgirêka Kurd Fazela Mahomad anî ziman ku tevlêbûna hemleyê gelekî girîng e û got: “Wek Afrîkaya Başûr em nirxê hevgirtina navneteweyî nas dikin. Hevgirtina navnetewi hemleyên navxweyî xurttir dike. Li Afrîkaya Başûr jî ji bo azadiya Nelson Mandela kampanyaya me ya navneteweyî hebû, ev niha ji bo azadiya Ocalan heye. Wê fikrê ku berxwedana li hemberî desthilatdaran bi hevgirtina navneteweyî û daxwazên zelal ên ji bo pêvajoya muzakereyên demokratîk helbet azadiyê bîne.”

ANHA