Ezmûnên qebûlkirina zanîngehan destpê kirin

Li zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo sala nû ya xwendinê (2024-2025) 2 hezar û 700 xwendekar tevlî ezmûnên beşên zanistî bûn.

2 îlon, 2024   14:01
QAMISLO

Li zanîngehên Rojava, El Şerq û Kobanê dema serlêdana ji bo qebûlkirina fakulte, peymangeh û tevlîbûna ezmûnan 24’ê Tebaxê (2024) destpê kiribû û 31’ê Tebaxê jî bi badwî bibû. 

Li gorî pergala  zanîngehan di beşên wêjeyî (Muzîk, resim, werzîş, ziman, mamostetî, mamostetiya baxçeyên zarokan, zanistên siyasî, îdarî, wêje, dîrok, zanistên perwerdeyê, hiqûq, zanistên olî, ragihadin, erdîngarî, jîneolojî, zanistên civakî) de, wê xwendekar li gorî pîleyên xwe yên dibistana amadeyî li fakulte yan jî peymangehan werin bicîhkirin.

ji bo beşên Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk wê ji 16 heta 21`ê Îlonê ezmûna devkî (hevdîtin) bê çêkirin.

EZMÛNÊN QEBÛLKIRINÊ

Ji bo hemû xwendekarên beşên zanistî (fizîk, kîmya, bîyolojî, bîrkarî, tip, teknolojî, pîşesazî, endezyarî, muhasebe) jî ezmûn tên çêkirin.

Ezmûnên fizîk, bîrkarî, endezyarî, kîmya û zindînasî (biyolojî) îro (2 Îlon) hatin çêkirin. Li tevahiya herêmê bi giştî 2 hezar û 700 xwendekar tevlî ezmûnan bûn.

Ezmûnên li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê ya li bajaroka Rimêlan, avahiya Zanîngeha Kobanê ya li bajarê Kobanê, avahiya Zanîngeha El Şerq a li bajarê Reqayê û navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya li bajaroka El Ehdas a girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê hatin çêkirin.

Sibe (3 îlon 2024) jî wê ezmûnên beşên pîşesaziyê bê çêkirin.

Encamên ezamûnan dê 7’ê îlonê werin eşkerekirin.

HILBIJARTINA BEŞAN

Piştî diyarkirina encamên ezmûnan, xwendekar wê li gorî encamên bi dest xistine, di navbear 9 û 19’yê îlonê de lîsteya beşên ku dixwazin lê bixwînin pêşkêş bikin û heta 15 beşan wê karibin binivîsînin.

25’ê îlonê jî wê lîsteya xwendekarên ku li fakulte û peymangehan hatine bicîhkirin, bê eşkerekirin.

Piştî eşkerekirina lîsteya qebûlkirinê jî wê xwendekar navên xwe tomar bikin û sala nû ya xwendin di destpêka cotmehê de destpê bike. 

ANHA