Di bombebarana hêzên hikumeta Şamê de 13 kes birîndar bûn

Di bombebarana hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarên rojavayê Helebê de 13 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de zarok jî hene.

Di bombebarana hêzên hikumeta Şamê de 13 kes birîndar bûn
2 îlon, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi dronên kamîkaze gundê Kefer Nûran ê li rojavayê Helebê bombebaran kir.

Li gorî SOHR’ê, di encama bombebaranê de 13 kes birîndar bûne ku hin ji wan zarok in.

(bb)