Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bû şandiyê taybet ji bo Sûriyeyê

Di çarçoveya sivikkirina cezayên li ser Şamê de, balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Tomas Barrack bû şandiyê taybet ji bo Sûriyeyê.

Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bû şandiyê taybet ji bo Sûriyeyê
23 gulan, 2025   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tomas Barrack ragihand ku ew bi fermî bû şandiyê taybet ji bo Sûriyeyê.

Barrack li ser rûpela xwe ya X'ê got ku ew ê di rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê de bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hevkariyê bike.

Barrack got ku rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê dê armanca sereke ya Amerîkayê ya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê û misogerkirina siberojeke baştir ji bo gelê Sûriyeyê pêk bîne.

(mh)