Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir

Li Tirbespiyê bi boneya Cejna Xidir Îlyas (Bêxwîn) şahiyek hat lidarxistin.

Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
Êzidiyan Cejna Bêxwîn pîroz kir
20 sibat, 2025   15:25
QAMIŞLO

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê bi boneya Cejna Xidir Îlyas (Bêxwîn) şahiyek li Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê li dar xist. Pêkhateyên herêmê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hin sirûdên olî yên civaka êzidî ji aliyê zarokan ve hatin xwendin.

Endama Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm axivî û diyar kir ku li dijî civaka êzidî êrişên qirkirina çandî hatin kirin û got: "Em dixwazin bi aştî bijîn."

Hevseroka Mala Êzidiyan a Kantona Efrîn-Şehbayê Meryem Cindo jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên DAIŞ’ê ji bo qirkirina civaka êzidî dehfandin. Lê gerîla, YPG û YPJ’ê civaka êzidî rizgar kir."

Meryem Cindo diyar kir ku wan bi saya Rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî bi dest xistine û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di şahiyê de sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Teteriyan bi bîr xist ku Ermen û êzidî ji aliyê dewleta Tirk û pêşiyên wê vê rastî hewldanên qirkirinê hatin û got: "Em îro li vir kom bûne da ku peyama xwe bigihînin tevahiya cîhanê ku em pêkhate li hemberî hewldanên dagirkirinê yek in."

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Şamo û hevseroka Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Silêman Cafer jî li ser wate û nirxên vê cejnê axivîn.

(bb)

ANHA