Aldar Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide Sûriyeyê parçe bike

Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekitiya xaka Sûriyeyê dikin armanc û got li hemberî êrişan berxwedan pêwîstiyek e. Aldar Xelîl bang li ciwanan kir ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û li hemberî planên dagirkeriyê bisekinin.

Aldar Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide Sûriyeyê parçe bike
20 sibat, 2025   16:11
HESEKÊ

Meclisa Ciwanan a PYD’ê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û ewlehî civînek li dar xist. Bi dehan endamên meclisê beşdarî civînê bûn ku li navenda PYD’ê ya li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand û bi bîr xist ku li piraniya Sûriyeyê şer hatiye rawestandin lê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Aldar Xelîl der barê van êrişan de jî got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwefiroş êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ev êriş ne tenê leşkerî ne, lê hewldaneke diyar ji bo ferzkkirina rewşeke nû li ser erdê ye û di çarçoveya plana dewleta Tirk a parçekirina xaka Sûriyeyê de têne kirin."

Xelîl têkildarî helwesta desthilata Şamê ya li hember komên çete jî got: "Eger van komên ku îdia kiriye ku xwe tasfiye kiriye û tev li artêşa Sûriyeyê bûne, gelo ev naxweyî nr yan derve ne. Eger ev kom ji derve bin, hikumeta qaşo ya Sûriyeyê li ku derê ye?”

Xelîl berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê wek berxwedaneke dîrokî bi nav kir û got parastina bendavê ne tenê erka niştecihên herêmê ye, lê belê erkeke nîştimanî ye ku ji tevahiya sûriyeyan tê xwestin.

Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li ciwanan kir ku rola xwe di vê pêvajoyê de bilîzin, li hemberî planên dagirkiryê bisekinin û piştgiriyê bidin QSD’ê.

(bb)

ANHA