2 leşkerên Şamê di bombebarana Minbicê de birîndar bûn

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li rojavayê Minbicê bombebaran kir, di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

2 leşkerên Şamê di bombebarana Minbicê de birîndar bûn
26 cotmeh, 2023   08:45
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê şeva berê agahî parve kir ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Boxiz ê rojavayê Mınbicê bombebaran kir.

Navendê diyar kir ku di encama bombebaranê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

(fr)