Ewlekariya Iraqê: Serçeteyekî DAIŞˊê li Dêrazorê hat kuştin

Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku di operasyoneke li Sûriyeyê de serçeteyekî DAIŞˊê hat kuştin.

Ewlekariya Iraqê: Serçeteyekî DAIŞˊê li Dêrazorê hat kuştin
11 hezîran, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku, piştî erêkirinên fermî wergirtin û bi Koalîsyona Navneteweyî re koordînar kir li rojhilatê Sûriyeyê operasyoneke ewlehî pêk aniye.

Dezgehê diyar kir ku operasyon li dijî serçeteyekî DAIŞˊê bi navê Ebû Zeyneb pêk hat. Ew serçete bi rojan hat şopandin û cihê wî hat belgekirin ku li bajarokê Besîra yê rojhilatê Dêrazorê ye. Lê piştre pevçûn derket, di encamê de hat kuştin.

Dezgehê anî ziman ku wî serçeteyî di nuqteyên li El Ebra yên li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê xebatî ye, her wiha di gelek êrişên li ser nuqteyên ewlehiyê yên li girava Sîniyê ya Selahedîn, girava Beac de beşdar bûye. Ebû Zeyneb berpirsê nuqteya El Ebra ji Iraqê heta bi Sûriyeyê bû. Li kêlek wê jî çek û teqemenî vediguhastin.

(fr)