MÎTˊê parêzerek sûriyeyî li Efrînê revand

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker parêzerekî li ser kiryarên serçeteyan ên ji bo ximzetkirina ewlehiya neteweyî ya Tirkî û pêkanîna siyasetên dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê sûriyeyiyan axivîbû, revand.

MÎTˊê parêzerek sûriyeyî li Efrînê revand
11 hezîran, 2024   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Ekrem Cinêd ji parêzgeha Hemayê ye û ji nivîsgeha xwe ya li bajarê Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên "Firqeya Sultan Silêman Şah" ve hat revandin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, parêzer têkiliya serçeteyên "Artêşa Nîştimanî" ji bo xizmetkirina parastina ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna siyasetên wê li ser hesabê şoreşa Sûriyeyê aşkera kiribû.

Di dengekî qeydkirî yê parêzer Cinêd de tê gotin dewleta Tirk a dagirker diz, bazirganên narkotîkê û talanker perwerde kirine û ew ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê pereyan ji wan re dişîne . Her wiha Cinêd gotibû ew gendel û çete nûnertiya Sûriye û gelê wê nakin.

Her wiha Cinêd diyar kiribû ku aqûbeta wan qirêjan çopa dîrokê ye û çiqas hewl bidin projeyên Rûsyayê yan jî projeyên ajantiyê pêk bînin, ku di wan projeyan de zarok û jin kuştin, lê gelê Sûriyeyê helwesta xwe li hember wan naguherîne.

(mh)