Ewlekariya Hundirîn: Êriş û dorpêçkirin berdewam in 8 sivîl şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihand ku di encama êrişên çeteyên hikumeta veguhzê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de 8 sivîl şehîd bûne 57 jî birîndar bûne.

Ewlekariya Hundirîn: Êriş û dorpêçkirin berdewam in 8 sivîl şehîd bûn
8 ÇILE, 2026   11:49
NAVNENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlakariya Hundirîn li Helebê der barê rewşa dawî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde de daxuyanyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di encama êirş û topbaran û her wiha êrişên bi dronan ku ji aliyê komên girêdayî hikûmeta Şamê ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin 8 sivîl şehîd bûn û 57 kes jî birîndar bûne. Êrişên van koman 3 roj in li pey hev li dijî deverên sivîlan berdewam dikin.

Şeva bûrî, van koman bi zanebûn ji bo ku hejmara qurbaniyan zêde bikin, topbarana xwe ya li ser taxên sivîlan zêde kirin. Di vê navberê de, dron li ser her du taxan difirîn. Her wiha van koman wesayîtên zirxî û tank anîn herêmê, û bi hezaran çekdar seferber kirin, di nav de çekdarên biyanî jî hene.

Li ser erdê, van koman ji ber berxwedana qehremanî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nekarîn li eniya Kastelo pêş ve biçin. Piştî ku têk çûn dest avêtin kiryarên cezakirina komî, elektrîk birîn û û ketina xwarin û alavên bijîşkî bo her du taxan asteng kirin. Ev yek  bi eşkereyî binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye.

Tiştê ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime, êrişkeke sîstematîk û xwînî ye ku di bin siya rêveberiya fermî de tên kirin. Ew rasterast sivîlan hedef digire, dorpêçkirin, topbarana bêserûber û birçîbûnê wekî amûran bikar tîne da ku şêniyan têk bibe û rewşeke nû li ser wan ferz bike.

Em aliyê êrişkar û yên ku piştgiriyê didin wan bi tevahî berpirsiyarê van sûcan û encamên wan dibînin. Em diyar dikin ku berdewamiya vê nêzîkatiya êrişkar dê bibe sedema encamên xerab".

(k)