Ewlehiya Lubnanê amadekariya şandina karwaneke vegera ˊdilxwazîˊ ya sûriyeyiyan ragihand

Ewlehiya giştî ya Lubnanê amadekariya destpêkirina karwaneke vegera ˊdilxwazîˊ ya penaberên sûriyeyî bo welatê wan kir, ew yek hemwextî ragihandina artêşa Lubnanê ku wan di vê mehê de derbasbûna nêzî 900 sûriyeyê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê têk bir, pêk hat.

Ewlehiya Lubnanê amadekariya şandina karwaneke vegera ˊdilxwazîˊ ya sûriyeyiyan ragihand
31 ÇILE, 2024   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê ragihand ku wê amadekariya destpêkirina karwana vegera ˊdilxwazîˊ ya penaberên sûriyeyî bo welatê wan kir.

Nivîsgeha Kar û Barên Ragihandinê ya Ewlehiya Giştî got amadekariyên destpêkirina şandina karwaneke penaberan sûriyeyî bo welatê wan hatine kirin û dê ew yek di demeke pêş de bê diyarkirin. Ew yek di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî ya panberên sûriyeyî ku dixwazin vegerin welatê de ye.

Girêdayî mijarê artêşa Lubnanê ragihand ku yekîneyên wna di vê mehê de hewldana derbasbûna nêzî 900 sûriyeyî li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê têk bir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ˊê Nîsana par de ragihandibû ku ew amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwaz bike.

(fr)