Maria Zakharova: Rûsya hewl dide Sûriye ji hebûna biyanî vala be

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got dê Rûsya bi hemû hêza xwe hewl bide Sûriye ji hebûna biyanî vala be.

Maria Zakharova: Rûsya hewl dide Sûriye ji hebûna biyanî vala be
31 ÇILE, 2024   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de got, "Em ê hemû hewldanan bikin da ku Sûriye ji hebûna biyanî vala be û di pêkanîna ewlehî û vegerandina aştiyê li tevahî Sûriyeyê de alîkar bin."

(fr)