Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, semînerek da. Bi sedan mamoste tev li semînerê bûn.

Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
Li ser komploya navneteweyî li Qamişloyê semîner hat dayîn
31 ÇILE, 2024   16:11
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyê de endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kanan Berakat semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê da. 

Di semînerê de Berakat behsa şert û mercên beriya komployê, armancên komployê, çawa komplo têk çû, kir û diyar kir ku her çiqas hêzên komploger hewl dan Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixin û rê li ber fikrên wî bigirin, lê belê fikir û felsefeya wî li her derê belav bûn.

Berakat behsê kir ku neteweya demokratîk çareseriya aloziyên gelan e û bang li mamosteyan kir ku rolek ji vê çalaktir bilîzin û bi hêztir tev li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin ji bo ku fikrên wî belav bibin.

Li gor însiyatîfê, çalakiyên şermezarkirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda li herêmê berdewam in. Dê 15`ê Sibatê meşên girseyî bên lidarxistin.

(şx)

ANHA