Ewlehî, kêfxweşiya cejnê û hevgirtina civakî
Li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Qurbanê bi kêfxweşî tê pîrozkirin. Ev rewş jî ewlehî û hevgirtina civakî nîşan dide.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejn di nava aramî û kêfxweşiyê de tê pîrozkirin.
Cejnê bi nimêja cejnê û ziyaretkirina goristanên şehîdan dest pê kir.
‘Zarok kêfxweşiya cejnê ne’ gotinek e li ser zimanan e. Di saetên serî sibehê de zarok bi cil û bergên xwe yên cejnê mal bi mal digerin û şekirine cejnê kom dikin.
Kesên mezin di roja ewil a cejnê de li tax û gundan şandeyên biçûk ava dikin, da ku malbatên şehîdan pîroz bikin. Di heman demê de meclisên malbatên şehîdan û meclisên gel ên taxan ziyaretkirina malbatên şehîdan bi rêxistin dikin.
Yek ji çandên civakî yên herêmê ew e ku eger ji malbatekê kesek nû wefat kiribe, di rojên cejnê de tên ziyaretkirin û cejn li wan tê pîrozkirin.
(bb)
ANHA
TEPQA
TERBESIPIYÊ
GIRGELEGÊ
TILBIRAK
ŞEHBA
QAMIŞLO
TEBQA
TERBESIPIYÊ
ŞEDADÊ
KOBANÊ
HELEB
HESEKÊ