Artêşa Îsraîlê: Em heta 11 saetan êrişên xwe radiwestînin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi boneya cejnê 11 saetan êrişên xwe yên li ser Xezayê rawestandine.

Artêşa Îsraîlê: Em heta 11 saetan êrişên xwe radiwestînin
16 hezîran 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên xwe yên li ser başûrê Xezayê dê bi awayekî demkî bide sekinandin. 

Artêşê da zanîn ku îro ji saet 08.00 heya 19.00’an dê operasyonên xwe bidin sekinandin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê dê operasyon li herêma Deriyê Kerem Şalom heta rêya Selahedîn di wan saetên diyarkirî de neyên kirin.