Li Diyale 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku li rêzeçiyayê Hemrîn yê li sînorê parêzgeha Diyaleyê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li Diyale 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
6 kanûn, 2024   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonekê ku du rojan lêkolîn hatî kirin de, li rêzeçiyayê Hemrîn yê li sînorê parêzgeha Diyaleyê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku çeteyek ku hatî kuştin yek ji çeteyên herî xeternak bû û çeteyê din jî kemera teqemeniyê li xwe kiribû.

Dezgeha Îstîxbaratê da zanîn ku hêzên wan karîne gele çek û kelûpelên lelşkerî û lojîstîkî desteser bikin.