Eşîrên ji Minbicê: Em bi QSDˈê re ne

Rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide DAIŞˈê vejîne û got "Em ê her tim bi QSDˈê re bin."

Eşîrên ji Minbicê: Em bi QSDˈê re ne
23 mijdar, 2024   05:10
MINBIC

Şêx û rûspiyên eşîrên ji kantona Minbicê berxwedana hêzên parastinê ya li dijê êrişên çeteyên DAIŞˈê û dewleta Tirk a dagirker silav kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze çeteyên DAIŞˈê zindî bike.

Ji rûspiyên eşîra Bobena Hisên Farûq El Maşî Operasyona Ewlekariya Domdar a ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAIŞˈê li kampa Holê û derdora pêk anîbûn û di encamê de 79 çete hatibûn girtin, bi bîr xist. El Maşî diyar kir ku operasyon li ser daxwaza şêniyan ji bo dabînkirina ewlehiya herêmê pêk hatibûn, nemaze piştî ku çeteyên DAIŞˈê gelek sûc li kampê kiribûn û hewl didan xwe komî ser hev bikin.

El Maşî da zanîn ku hêzên navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijara çeteyên DAIŞˈê de bêxemiyeke mezin dike û wiha domand: "Divê tevahî welat bi cidiyet li hemberî çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wan bisekinin û hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞˈê de vegerînin."

Ji rûspiyên eşîra El Ceabîra Şêx Îbrahîm El Îsa jî pesnê Operasyona Ewlehiya Domdar da û diyar kir ku eşîr û pêkhateyên Minbicê bi QSDˈê re ne. Şêx Îbrahîm El Îsa bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê kir ku piştgiriyê bidin QSDˈê da ku dawî li çeteyên DAIŞˈê were.

Ji rûspiyên eşîra El Xelaz, Elî El Cedan jî piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em şêniyên Minbicê di her zemanî û mekanî de bi QSDˈê re ne. Em daxwaz ji hêzên xwe dikin ku dawî li her xetereyên li ser herêmên me bîne. Di heman demê de em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku desteka pêwîst pêşkêşî hêzên me bikin û şerê li dijî çeteyên DAIŞˈê bidomînin."

Ji rûspiyên eşîra Kîtkan a li kantona Minbicê Şêxo Mihemed jî aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çeteyên DAIŞˈê zindî bike.

Şêxo Mihemed bi bîr xist ku serçeteyên DAIŞˈê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hene û got: "Tevahiya cîhanê ha ji desteka ku dewleta Tirk a dagirker dide çeteyan DAIŞˈê heye."

Şêxo Mihemed bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku dewleta Tirk asteng bike ku bi hemû rêbazan piştgiriyê dide çeteyên DAIŞˈê û got: "Em ji hêzên xwe dixwazin ku têkoşîna li dijî van çeteyan berdewam bikin."

(bb)

ANHA