Esed û Shoigu bi hev re civiyan

Di nava aloziyên herêmî de û hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de Beşar Esed sekreterê Meclisa Ewlehî ya Yekitiya Rûsyayê Sergei Shoigu pêşwazî kir.

Esed û Shoigu bi hev re civiyan
16 îlon 2024   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê diyar kir ku îro Beşar Esed sekreterê Ewlehiya Yekitiya Rûsyayê Sergei Shoigu pêşwazî kir.

Esed û Shoigu gelek dosyayên têkildarî ewlehiya navneteweyî û herêmî, têkiliyên dualî yên hikumeta Şamê û Rûsyayê, asoyên geşkirina wê bo xizmetkirina berjewendiyên her du welatan nîqaş kirin.

Serdana Shoigu bo Sûriyeyê di gel bandora şerê di navbera Îsraîl û Hemasê li ser dewletên Cîran de û hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, pêk hat.

(fr)