Li gundê Kaxirê çi qewimî?
Çeteyên koma "El Emşat" li gundê Kaxirê yê Efrînê bi çekan êrişî gundiyan kir, hinek birîndar kirin û hinek jî revandin. Piştre pewyendiyên gundiyan bi derve qut kir. Li hemberî van pêkanînan bertek derketin. Gelo li gundê Kaxirê çi qewimî?
Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye rojane sûcên dermirovî, talankirin, qirkirina xwezayê û guhertina demgorafî tên kirin.
Beriya nêzî mehekê serçeteyê koma "El Emşat" Mihemed El Casim wezîfeya talakirina hilbirîna gundiyên gundê Kaxirê û ferzkirina xeraceyan li ser gundiyan dabû birayê xwe yê bi navê Fadî El Casim (Ebû Malik).
Çete Ebû Malik dema dest bi wezîfeya xwe kir di bin gefa revandin û kuştinê de gundî neçar dikirin ku belgeya destberdana ji erdên xwe îmze bikin û li ser her darekê 8 dolar xerace bidin.
Çeteyên El Emşat li Mabata û Şiyê û gundên girêdayî wê li her malbateke resen ferz dikir ku 100 dolar bidin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, li gundê Kaxirê nêzî 80 hezar dar hene, bi vî awayî çeteyên "Emşat" dixwazin tenê ji gundekî 800 hezar dolar bistînin.
Der barê vê mijarê de, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku çete bi aşkera talanê dikin û got, beriya niha jî bi kêmanî 5 hezar dolar ji her malbatekê standibûn.
Şêxo diyar kir ku li Kaxirê welatiyên bi navên Idrîs Hec Elî Ebo û Reşîd Henan di serî de hejmarek gundiyan qebûl nekirin xeraçeyan bidin çeteyan û wiha domand "Çeteyan her du welatî revandin. 5 hezar dolar ji malbata Idrîs xwestin û ji bo berdana wî fidiye xwestin."
Rêxistina Sûriyon ji bo Rastî û Edaleta Hiqûqî berê jî di raporekê de diyar kiribû ku serçete "Ebû Emşe" salane 30 mîlyon dolar bi gelek rêbazên nerewa bi dest dixe û bi rêya 5 birayên xwe li Sûriye, Tirkiye û Lîbyayê di projeyan de bi kar tîne.
Şêniyên gundê Kaxirê bi pêşengiyan jinan li hemberî pêkanîn û talaniyên ji aliyê çeteyan ve, xwepêşandan li dar xistin. Şêniyan xerçe red kirin û xwestin welatiyên revandî werin berdan. Çeteyan bi çekan êrişî xwepêşandana gundiyan kir, li wan dan, bi ser malan de girtin, piranî jin zêdetirî 20 kes birîndar kirin.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku pêkanînên çeteyên El Emşat sûcên şer in û wiha pê de çû " "Çeteyan bi ser mala muxtarê gund de girt û êrişî wî û xwediyên malê kir. Her wiha zor li malbatê kir ku dengekî xwe bi rêya WhatsAppê bişîne ji şêniyan re ku bibêje rewş aram e û bila hemû şênî li ser belgeyên ku ji wan tên xwestin îmze bikin."
Piştre çeteyan gund dorpêç kir, ketin û derketina ji wî gund qedexe kir. Bi armanca ku sûcên xwe veşêrîn jî peywendiya gundiyan bi derve re qut kir û serdana xwediyên birîndaran ji bo wan birîndarên di nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê de jî qedexe kir.
Ji ber tirsa bertekên hişktir, çeteyan 300 çeteyên din anîn gund ku berê jî tê de 200 çete hebûn. Dun êvarî wan ciwanên gund revandin, li zarokekî 12 salî û jina bi navê Emîra Ebdo Cabo xistin.
Ji ber ku internet û peywendî qut in, çeteyan û istixbarata dewleta Tirk a dagirker îdiayên wiha belav kir ku tiştê ku li gund qewimiye pevçûneke biçûk di navbera 2 malbatan de ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 2023'yan de ceza li serçeteyên "Emşat" û "Hemzat" birîbûn.
(mh)