Axaftinên li ser dîroka hevdîtina Erdogan û Esed çîrok in
Çavkaniyekî ji Nivîsgeha Serokatiya Tirkiyeyê aşkera kir ku desthilatên Tirkiyeyê û hikumeta Şamê der barê hevdîtina navbera Erdogan û Esed de negihîştine tu lihevkirinekê û agahiyên têkildarî dîroka wê de tên belavkirin bi çîrokan bi nav kir.
Çavkaniyekî ji Nivîsgeha Serokatiya Tirkiyeyê got tu lihevkirin der barê dîrok û cihê hevdîtina serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan û serokê hikumeta Şam Beşar Esed de tune ne.
Çavkanî ji ajansa Novosti ya Rûsyayê re diyar kir ku li ser medyayên dîjîtal gelek çîrokên der barê hevdîtina her du serokan de tên parvekirin, lê heta niha tu lihevkirin li ser mijarê tune ne.
Çavkanî got di demeke guncaw de, dema hûrgilî ketin berdest, ew ê civîna her du serokan ragihînin.
(fr)