Ebas Iraqcî: Tehran ji bo dan û standinên nukleerî amade ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku ger aliyên din bixwazin dan û standinên nukleerî bikin Îran amade ye.

Ebas Iraqcî: Tehran ji bo dan û standinên nukleerî amade ye
23 îlon, 2024   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civînên NYʹyê yên li New Yorkê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ragihand ku ger aliyên din bixwazin dan û standinên nukleerî bikin Îran amade ye.

Hemwextî rageşiyeke xeternak li herêmê, nexwazim di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de wezîrê Karên Derve yê Îranê ev daxuyanî dan.

Iraqcî diyar kir ku ew ê çend rojên din li New Yorkê bimîne û dê bi gelek wezîrên karên derve re hevdîtinan pêk bîne û got: "Em ê girîngiyê bidin gereke nû ya dan û standinên nukleerî."

Di 2018'an de di serdema serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Amerîka ji peymana nukleerî vekişî.

(mh)