′Êrişên dewleta Tirk dê karesatekê pêk bîne û bandorê li cîhanê bike′

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di aliyê siyasî, aborî û ewlehî de derbeyê li Rêveberiya Xweser bide û got: "Dewama van êrişan dê karesateke çêke ku dê bandorê li tevahî cîhanê bike."

′Êrişên dewleta Tirk dê karesatekê pêk bîne û bandorê li cîhanê bike′
30 kanûn, 2023   03:38
REQA
EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi rêya balafirên bêmirov û şer de 44 navendên xizmetguzarî, bazirganî û ewlehî di nava 48 saetan de hedef girtin û beriya wê bi rojekê 2 stasyon petrolê hedef girtin.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zêdan El Asî li ser mijarê wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve dewam dikin. Lê êrişên van dawiyê bi awayekî mezin hatin guhartin û cuda bûn. Êdî dewleta Tirk beriya hêzên leşkerî hedef bigire welatiyên sûriyeyî hedef digire."

El Asî wiha domand: "Di navbera hêzên navneteweyî de der barê herêmên sînor û eniya bi ser hêzên Tirkiyeyê ve lihevkirin hene, Rûsya û Amerîka ev lihevkirin îmze kirine. Di encamê de QSD′ê bi tevahî çekên wê yên giran 30 kîlometre ji sînor bi dûr xistin."

El Asî diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawîn de yekser hêmanên jiyanê yên welatiyan hedef girtin; petro, gaz, ava vexwarinê, nexweşxane û aş.

El Asî wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide di aliyên siyasî, ewlehî û aborî de derbeyê li Rêveberiya Xweser bixe. Me dît ku bendên ewlehiyê ku erkên wan parastina welatiyan û pêkanîna îstîqrara Ii herêmê ye kirin armanc û ev yek jî mîna hedefgirtina welatî û binesaziyan sûcên şer e. Bi wê re dihêle komên terorîst ên li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser û şaneyên li hundir tev bigerin û alîkariya çeteyên DAIŞ′ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bikin."

El Asî anî ziman ku ger valahiyeke ewlehî çêbe, dê karesateke mezin pêk bê û bandorê  li herêmê û tevahî cîhanê bike û wiha got: "Rêveberiya Xweser û QSD′ê ji ber tevahî cîhanê ve şerê çeteyên DAIŞ′ê kir û îro jî cîhan li êrişên dewleta Tirk temaşe dike."

Li ser lihevkirinên navneteweyî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê El Asî wiha li gotina xwe zêde kir: "Di navbera me û dewletên Rûsya û Amerîkayê de lihevkirin hene ku ev lihevkirin neyên binpêkirin. Lê dewleta Tirk her tim van lihevkirina bin pê dike û hikumeta Şamê ya ku îdia dike parastina xaka Sûriyeyê û serweriya wê dike û hîna di NY′yê de nûner e tu bertekê nîşan nade."

El Aslî di dawiyê de bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî li ser nedayîna tu helwestan der barê êrişan de rexne kir û got: "Dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîlê-Filistînê bi kar tîne ku êrişên xwe pêk bîne. Lê ger bertek li hember van êrişan nehatin dayîn dê dewleta Tirk êrişên xwe zêde bike."

(fr)

ANHA