Erkên UNAMI li Iraqê bi dawî bû

Bi sala nû re êdî erkên Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) bi dawî bû.

Erkên UNAMI li Iraqê bi dawî bû
1 ÇILE, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor medyaya Iraqê şeva borî bi fermî piştî 22 salan erkên UNAMI li Iraqê bi dawî hat.

Hat gotin ku hikûmeta demkî ya Iraqê ji bo pêkanîna karûbarên pêwîst yên di vî warî de wezîrê karên derve erkdar kiriye.

Bi dawî hatina erkên UNAMI li Iraqê li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê bû. Sala borî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rewşa Iraqê arame û di warê aştî û çareserkirina pirsgirêkan de pêşketinên berbiçav çêbûne. Ji bona wê pêwîstî bi Neteweyên Yekbûyî nemaye.

UNAMI, şandeke siyasî ya taybet ku di sala 2003’yan de, li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1500, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên hate damezrandin. Di sala 2007’an de, wekî beşek ji alîkariya xwe ya ji bo Iraqê dibin biryarnameya 1770’an de, çarçoveya karê xwe berfireh kir.