Hêviyên sala nû yên şêniyên Dirbêsiyê 

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê sala nû li tevahî gel û pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku ev sal bibe sala aştî, azadê, ewlehî, jiyana hevbeş û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Hêviyên sala nû yên şêniyên Dirbêsiyê 
1 ÇILE, 2026   10:58
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê sala nû ya 2026'an li tevahî gel û pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û hêviyên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Elî Salih dikar kir ku sala 2025'an ji bi wan gelek bûyerên zehmet derbazbûye û heviyên xwe wiha anîn ziman: “Ez hêvîdar im sala nû bibe sala aştî, hezkirin û xêrê."

Elî got ku pirrengiya Sûriyeyê bedewî daye wê ji ber wê hêvî ew e ku sala nû bibe sala biratî û jiyana hevbeş.

Welatî Asim Hac Mihemed jî sala nû li hemû pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala xêrê û ewlehî li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.

Welatî Îdrîs Îso jî hêvî kir ku hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din bidome û şer û krîz bi dawî bibin.

ciwanê bi navê Umran Omerî jî sala nû li hemû gelan pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala azadî û aştiye.

(mh)