Êrişên Rûsya li ser Ukraynayê: 1 kuştî, 16 birîndar

Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê êrişeke berfireh li navîn û başûrê rojhilatê Ukraynayê pêk anî, di encamê de kesek hatiye kuştin û 16 kes jî birîndar bûne.

Êrişên Rûsya li ser Ukraynayê: 1 kuştî, 16 birîndar
30 tebax, 2025   12:34
NAVNDA NÛÇEYAN

Desthiltdariya Ukraynayê vê sibehê ragihand ku hêzên Rûsyayê şeva borî (În) êrişeke berfireh li navîn û başûrê rojhilatê welat pêk anî, di encamê de kesek hat kuştin, her wiha 2 jê zarok 16 kes jî birîndar bûne.

Dezgeha Rewşên Awarte ya Ukraynayê der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin û ragihand ku "êriş bi giranî li ser herêma Zaporizhzhia  hatin kirin, di encamê de li mal, dikan û cihên pîşesaziyê wêran bûn." Serokê rêveberiya leşkerî ya herêmê, Ivan Fedorov  jî piştrast kir ku hin çayxane û avahî ji ber topbaranê zirar dîtine û got, tîmên rizgarkirinê rakirina kavilan ji avahiyên niştecîbûnê yên zirardîtî didomînin.

Waliyê herêma Dnepropetrovskê, Serhiy Lysak destnîşan kir ku kir ku êrişeke mezin li ser herêmê hat kirin û li bajarên Dnipro û Pavlograd jî teqîn çêbûn. Her çendî ku ev herêm ji destpêka şer di Sibata 2022’an de heta niha dûrî şer bû, lê, Kîevê vê hefteyê aşkera kir ku hêzên Rûsyayê li wir pêşketin pêk anîne.

Fedorov diyar kir ku hêzên Rûsyayê bi 3 dronan bajarê Zaporizhzhia bombebaran kir, di encamê de hin mal şewitîn û ceyran jî qut bûye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî di şevekê de 86 dronên Ukraynayê bêbandor kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin: "Şeva borî (29 Tebax) ji saet 09:00’an ê êvarê heta saet 07.00’an sibê (30 Tebax) li gorî dema Moskov, sîstemên parastina hewayî 86 dronên Ukraynayê têk birin."

Li gorî daxuyaniyê, dron li ser Deryaya Reş, Qirimê, herêmên Rostov,  Kuban, Bryansk, Belgorod, Smolensk, Kaluga û Tver, Tula û Kurskê hatin xirtin.

(bb)