NY: Em rewşa taxa Someriyê ya Şamê dişopînin

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser valakirina bi dare zorê ya taxa Someriye ya Şamê nerazîbûn anî ziman û  got, gerek parastina sivîlan û dosyayên niştecihbû û edaleta veguhêz li gorî pîvanên navneteweyî pêk werin.

NY: Em rewşa taxa Someriyê ya Şamê dişopînin
30 tebax, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Şamê ev çend roj in taxa Someriyê ya paytext Şamê bi darî zorê ji niştecihan dixwaze malên xwe vala bikin. NY’yî şevê din di saetên dereng de der barê mijarê de diyar kir ku ew geşedanên li taxa Someriyê û raporên der barê valakirina malan a bi darê zorê û binpêkirinê li dijî sivîlan û bi tybet zarok û jinan ji nêzî ve dişopînin. NY’yê ji aliyan xwest bi baldarî tevbigerin û tu biryarên bi lez û bi tundî nedin.

Berdevkê NY’yî Stevan Dojarik îro di civîna çapemeniyê de ragihand ku nûnerê NY’yê yê li Sûriyê Gerr Pedirson pêşketinên dawî yên Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne.

Dojarik, diyar kir ku divê mijarên bi girêk ên girêdayî niştecihbûnê, xak û her wekî din bi baldarî û li ser esasê edaleta veguhêz a li gorî pîvanên navneteweyî werin çareserkirin û got, parastina sivîlan armanca wan a sereke ye.

Çend roj berê li taxa Someriyê ya Şamê tundiyek zêde pêk hat. Hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta Şamê tevahî rêyên ketina taxê girtin, tenê 2 rê; yek ji bo erebeyan û rêyek ji bo rêwiyên bi meş vekirî hiştin û hemû welatî neçarî derketina ji wan rêyan kir.

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin ku geşedanên li taxa Someriyê di çarçoveya berdewama dorpêça berê ya li ser taxê hate ferizkirin de pêk hat. Çavkaniyên me destnîşan kirin rê ne dihate dayîn ku xwarin û madeyên jiyanî yên lezgîn derbasî taxê werin kirin. Şêniyên taxê dibêjin bi awayeke plankirin niştecih ji taxê têne koçberkirin. Hikûmeta Şamê destpêkê ji şêniyên taxê dixwazin mal û milkên xwe terik bikin û texê vala bikin.

(dc)